Pêşniyar hat kirin ku wêneyê Maradona deynin ser diravê Arjantînê

.

Senatorê Arjantînê Norma Durango di Kongreya Arjantînê de pêşniyar kir ku wêneyê futbolîzê efsaneyî Armando Dieogo Maradona ku serê meha Mijdara koça dawî kiribû, li ser diravê Arjantînê bê danîn.

Durango, herwiha pêşniyar kir ku ji bilî wêneyê Maradona wêneyê wî yê Kûpaya Cîhanê ya sala 1986an ku ‘bi destê xwe gol avêtibû tîma Brîtanyayê’ jî li ser diravan bê danîn.

Senator Durango gotiye, cihekê taybet û girîng ê Maradona di nav civaka wan de heye û bi bawariya wî dê turîstên werin welatê wan diravên ku wêneyê Maradona li ser hebe bi xwe re bibin û ev jî ji hêla aborî ve derfetek e.

Biryare biryara li ser pêşniyara Durango sala bê were dayîn.

SPOR Haberleri

Fenerbahçeyê ji ber ‘Ala Kurdistanê’ girêbesta bi lîtstikvanê Kurd re hilweşand
Amedspor û Diyarbekirspor: Eger dahata stadyumê ji me re neyê dayîn em dê boykot bikin
Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir
Tima Fotbolê ya Swedê Dalkurd kongreya xwe ya 2022 an li bajarê Uppsalayê  li dar xist.