Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Ehmed Hacî Mîrxan koça dawî kir

.

Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Ehmed Hacî Mîrxan (Ehmo Bawerkî) û kesayetiyê diyar ê navçeya Berê Gare û Amêdiyê, di 88 saliya xwe de koça dawî kir.

Ehmed Hacî Mîrxan îro li mala xwe li bajarokê Sersingê koça dawî kir û cenazeyê wî jî wê li Sersingê bê veşartin.

Ehmed Hacî Mîrxan di sala 1933an de li gundê Bawerkê yê ser bi devera Berê Gare ya li sînorê nahiyeya Sersingê ji dayik bûye. Di sala 1961an de bûye Pêşmerge û beşdarî her du şoreşên Îlon û Gulanê bûye û heta dawiya jiyana xwe jî her li ser xebata Pêşmergayetiyê berdewam bûye.

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin