“Pêşmerge ti demê sûde ji budceya siyadî nedîtine”

.

Tevî ku li gor destûra Iraqê, Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniya Iraqê ye, lê salane budceyeke mezin ji artêşa Iraqê, hêzên ewlehiyê û Heşda Şeibî re tê terxankirin, lê ji bo Pêşmerge bi sedan bihane tên girtin û ji budceyê bêpar dibe.

Bexda her car destnîşan dike ku di salên borî de % 17 ji budceya giştî ya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re hatine şandin. Lê belê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eev yek red kir û ragihand, ewê ji Herêma Kurdistanê re hatiye, ji wê rêjeyê jî tê birîn.

Di wê derbarê de endamê berê yê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Seîd Herkî ji K24ê re ragihand, Pêşmerge li gor yasayê mafê wê heye ji budceya siyadî pere jê re were xerckirin, lê belê ji ber sedemên siyasî, ti carî sûde jê nedîtiye.

Endamê berê yê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî jî dibêje: “Hikûmeta Iraqê her car bihaneyan digire, carinan dibêje ku Wezareta Pêşmerge derbarê data û hejmar de hevkariyê nake. Lê piştî me lêkolîn di wê pirsê de kir, derket ku Wezareta Pêşmerge tevahiya amadehiya xwe nîşan da ye.”

K24

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin