Pêşewa Hewramanî: Hikûmeta Iraqê siyaseta birçîkirinê li dijî Herêma Kurdistanê dimeşîne

.

 Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, hikûmeta Iraqê siyaseta birçîkirinê li dijî gelê Herêma Kurdistanê dimeşîne.

Tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 4ê Îlona 2023an di konferanseke rojnamevanî de helwesta xwe ya derbarê mûçe û bûdceyê de eşkere kir.

Pêşewa Hewramanî di konferansa rojnamevanî got: Tiştê ku em di hikûmeta Iraqê de dibînin, siyaseta birçîkirinê û têkelkirina mafên gelê Herêma Kurdistanê bi pirsên siyasî re ye.

Pêşewa Hewramanî got, hikûmeta Herêma Kurdistanê her ji destpêka danûstandinên ligel hikûmeta federalî ve, bi berdewam hewl daye rêkeftinên ligel hikûmeta Iraqê cîbicî bike, lê aliyê ku pabendî rêkeftinan nebûye, hikûmeta Iraqê ye.

Got jî: Hikûmeta Iraqê biryar da ku mehane tenê 500 milyar dînar ji bo mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne, lê hemberê pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 940 milyar dînar heye û tiştên ku hikûmeta Iraqê dişîne têra dabeşkirina mûçe nake.

Pêşewa Hawramanî destnîşan kir : Ew zîhniyeta ku li Pelkane û deverên din ji axa Herêma Kurdistanê dagîr kirine, bi navê dadgehan biryaran li dijî Herêma Kurdistanê derdixe û ciwanên Kurd li Kerkûkê şehîd dike, heman zihniyeta berê ye ya ku li dijî gelê Herêma Kurdistanê hebû.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Em ji her danûstandinekê re amade ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi niyaza baş û bi aramî berdewamiyê bi danûstandinan bide, lê em nizanin dê heta kengî ev aramî berdewam bike.”

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle