Pentagonê ji bo ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê neke careke din hişyarî da Tirkiyê

.

Generalekî Amerîkî dibêje ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê dibe sedem ku DAIŞ careke din zindî bibe.

Êrîşa asmanî ya Tirkiyê li ser bajarokê Til Rifetê yê bakurê Sûriyê. Êrîşeke bi gotina Tirkiyê dibe ku êrîşa bejahî jî li pey wê bê lê Amerîka di vê derbarê de hişyarî da.

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder got, “Wezîrê Berevaniyê Austin, peyama dijayetîkirina wezaretê beramberî egera her êrîşeke bejahî li ser bakurê Sûriyê gihand. Careke din em dibêjin fokusa me li vir ew e armanca me bê asteng berdewam bibe, ew jî lawazkirin û şikestina DAIŞê ye, herwiha rêgiriye li çêbûna ne aramiyê li wê navçeyê.”

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder anî ziman, “Em itîrafê bi dilgiraniyên emnî yên rewa yên Tirkiye dikin, dema behs tê ser parastina xelkê wê li nav sînorên wê, û berdewam jî dibin hevahengiyê li gel Tirkiye bikin, û hevahengiyê û kar jî li gel HSDê bikin. Dizanim jî ku serbazên Amerîkayê selametin û em  hêvîdar in jî  wiha bimîne, lê ev jî wê girêngiyê xurt dike daku armanca girîng berdewam bibe, ew jî jinavbirina DAIŞê ye.”

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû