Pentagonê armanca êrîşa ser milîsên îranî eşkere kir

.

 Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) John Kirby, li ser êrîşa asmanî ya bi ser milîsên îranî yên li Sûriyê de ragihand ku armanca wan bi wê êrîşê çavtirsandina hêzên milîs bû.

John Kirby di civîna rojnamevanî de li ser pirseke derbarê bandora wê êrîşê de got: "Me hîn bandoreke wê ya berçav nedîtiye, lê helbet ez ê behsa hurgiliyên îstixbarî nekim. Wekî ku min hefteya borî jî gotibû, yek ji encama ku me dixwest di vê êrîşê de bi dest bixin çavtirsandina hêzên milîs e ku em rê li ber êrîşên wan ên bi ser welatîyên xwe, baregeh û hevpeymanên xwe bigirin. Em hêvî dikin wê bandora wê çêbibe.”

Kirby herwiha da zanîn ku êrîşa komên milîs li dijî welatiyên Amerîkî pêk nehatiye û ew hêvî dikin wisa jî bimîne.

Amerîka Haberleri

Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack