Pentagon: Operasyonên hevbeş ên bi HSDê re hatin destpêkirin

.

 Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand, wan operasyon û gerên leşkerî yên hevbeş ên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ji nû ve dest pê kirine. Piştî êrîşên wê dawiyê yên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, gerên hevbeş ên di navbera hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê û HSDê de hatibûn rawestandin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Patrick Ryder ragihand, artêşa Amerîkayê ku piştî êrîşa hewayî ya Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê û hin herêmên Sûriyê, gerên xwe yên leşkerî kêm kirin, careke din bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re dest bi gerên hevbeş ên leşkerî kir.

Patrick Ryder di civîna rojnamevanî ya rojane de got, “Li ser navê Amerîkayê ez dikarim bibêjim ku operasyonên me yên hevpar ên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ji nû ve dest pê kirin. Di 9ê Kanûnê de, bi tevahî dest pê kir. Careke din dibêjim, dîsa bala me ya ku bi hevkarên xwe yên li wir re dixebitin, li ser nevegerandina DAIŞê ye.”

Weke ku tê gotin 900 leşkerên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola HSDê de hene.

Amerîka di çarçoveya şerê dijî DAIŞê de HSD weke hevpeymaneke xwe ya sereke li ser axa Sûriyê dibîne û ji dema destpêkirin û berfirehtirbûna hevkariyên wan, Waşington salane di bûdceya xwe ya berevaniyê de budceyeke taybet bo HSDê vediteqîne.

Hêzên Amerîkî yên li navçeyên Rêveberiya Xweser bi hêzên HSDê re operasyon û gerên leşkerî yên hevbeş pêk tînin.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin