Pentagon: Me fikarên xwe yên derbarê egera êrîşeke li ser HSDê ji Tirkiyê re ragihand

.

Rayedareke payebilind a Pentagonê ji bûyerê re ragihand ku ew fikarên xwe yên li ser êrîşên esmanî û egera êrîşên bejahî yên li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi berdewamî ji Tirkiyeyê re radigihînin.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Dana Stroll îro Sêşemê ji Rûdawê re ragihand, Washington ji êrîşên asmanî yên Tirkiyê û êrîşeke bejayî ya muhtemel li ser bakurê Sûriyê nîgeran e, û got ku ew dê bala HSD ji şerê DAIŞê û parastina kamp û zindanên ku çekdarên wê rêxistinê tê de ne, dûr bixe.

Dana Stroll got ku êrîşên Tirkiyê dê rewşa mirovî û ewlehî ya kampa Holê xirab bike, ku tê de jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê tê de ne.

Berpirsa Pentagonê ji Rûdawê re got jî, nêzîkî 900 leşkerên Amerîkayê li bakurê Sûriyê hene û ji bo rêveberiya Biden ji parastina ewlehiya wan tiştekî girîngtir nîne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle