Pentagon: Em rewşa Kobaniyê ji nêzîk ve dişopînin

.

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder got, “Em rewşa Kobaniyê û guftûgoyên agirbestê yên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û komên din de ji nêzîk ve dişopînin.”

Piştî ku li herêmê tevgera kom û komikên çekdar û artêşa Tirkiyeyê zêde bûye îhtimala ku ew êrişî Kobaniya Rojavayê Kurdistanê bikin li rojevê ye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî doh ragihand ku ew ji bo avakirina “herêmeke bêçek” amade ne.

Berdevkê Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder di kongreya rojnamegeriyê de pirsa li ser vê mijarê bersivand.

Patrick S. Ryder amaje pê kir ku ji bo agirbestê hevdîtin hene û ew wan hevdîtinan û rewşa Kobaniyê dişopînin.

Pirsa rojnameger û bersiva Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder wiha ne:

Rojnameger: Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêşniyar kir ku herêmeke bêçek were avakirin û hêzên ewlehiyê di bin çavdêriya Amerîkayê de bin. Ma haya Amerîkayê ji vê heye û Amerîka dikare hinek hêzên din bişîne wê herêmê?

Patrick S. Ryder: Em rewşa Kobaniyê û guftûgoyên agirbestê yên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û komên din de ji nêzîk ve dişopînin.

Li gorî min, berjewendiya hemûyan di vê de heye ku komên li herêmê rewşê wiha bikin ku xelk karibe ji dema rejîma Esed baştir bijî.

Hebûna Amerîkayê ya li Sûriyeyê ji bo têkbirina DAIŞê ye û ev dê wekî armanca me bimîne.

Kurdistan Haberleri

Donald Trump li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê çi got?
Tehran di bin bombebaraneke dijwar de ye: 24 saetên herî dijwar ên dîroka Îranê
Rapor: Herêma Kurdistanê naxwaze bibe beşek ji şerê li dijî Îranê
Tirkiyeyê vekişîna hêzên xwe ya ji Serê Kaniyê û Girê Spî red kir
Ehmed Hilalî: Beriya cejnê hemû koçberên Efrînê dê vegerin malên xwe