Pentagon: Amerîka li dijî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojava ye

.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand, ew bi tundî li dijî her êrîşeke Tirkiyê bo ser navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojava) ne û tekez kir, Amerîka dê hêzên xwe li Iraq û Sûriyê bihêle daku DAIŞ bi temamî tê têkbirin.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, Dana Stroul di axavtinekê de li Peymangeha Rojhilata Navîn careke din amaje bi helwesta Amerîkayê derbarê operasyoneke muhtemel a Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, Waşington bi tundî li dijî her core operasyoneke Tirkiyê di nav axa Sûriyê de ye.

Dana Stroul got, “Em bi tundî li dijî her êrîşeke Tirkiyê ne bo ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê, me ew yek bi zelalî ji Tirkiyê re gotiye, bi taybet jî ku DAIŞ dê sûdê ji operasyonek wiha bibîne.”

Wê rayedara Pentagonê derbarê mijarê de herwiha got, “Her êrîşeke Tirkiyê bo ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê, hêzên Amerîkayê yîn li navçeyê dixe metirsiyê û bala HSDê jî li ser rûbirûbûna DAIŞê nahêle ku armanca me ya sereke ye.”

Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê di derbarê Iraq û Herêma Kurdistanê de jî got, “Erkê hêzên me li Iraqê hatiye guhertin, lê pabendiya me bo piştevaniya li hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge kêm nebûye, tenê erkê hêzên me li Iraqê hatiye guhertin.”

Wê berpirsa Amerîkayê tekez kir ku Amerîka pabendî wê yekê ye ku heta têkbirina temamî ya DAIŞê hêzên xwe li Iraq û Sûriyê bihîle.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt