Pênc partî bi Mezlûm Kobanî û Balyozê Amerîkî re civiyan

.

 Ji bo çareserkirin krîza daxistina deriyê Sînorî yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, hejmarek partiyên Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) destpêşxeriyek kirine û li gel her yek ji Mezlûm Ebdî, Fermandeyê Giştî yê HSD û Matthew Pearl, cîgirê şandayê taybet yê Amerîka bo Sûriyê civiyane.

Mihemed Mûsa, Sekreterê Partiya Çepa a Kurd ku yek ji endamê wê destpêşxeriyê bûye, ji Rûdawê re navroka hevdîtina li gel Fermandeyê HSD aşkere kir.

Mihemed Mûsa, Sekretê Partiya Çep, dibêje, “Civîna me gelek erênî bû û birêz Mezlûm Ebdî gelek erênî bû û kiryara hatiye kirin xerab dît.”

Mûsa her weha ji Rûdawê behsa naveroka hevdîtina li berpirsê Amerîkî kir.

Mihemed Mûsa, Sekretê Partiya Çep, dibêje, “Me Balyozê Amerîkî jî kir û baş li me guhdarî kir. Me daxwaz kir ku Amerîkî rolekê bilîzin. Tişta hatiye kirin xelet e lê ne asayî ye ku li beramber wê milet bê cezakirin.”

Li gor zanyariyên taybet ku Tora Medyayî ya Rûdaêw bidest xistin, partiyên ku beşdarî, civînan bone,

Partiyên Beşdarên Destpêşxeriyê:

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî), Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî

Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re da zanîn ku civîn roja Sêşemê hatine kirin û Matthew Peal ji şandeya partiyan re gotiye ku aliyê Amerîkî di hewl û pêwendiyên xwe de li ser asta bilind li gel berpirsên herêma Kurdistanê berdewam in, û hêvî dikin di demeke nêzîk de, du şandeyên pêwendîdarî Deriyê Sînorî ji hikûmeta Herêmê û Rêveberiya Xweser li hev bicivin da ku vê pirsgirêkê gotûbêj bikin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle