Penaberên Sûrî hatina Ehmed Şera ya Parîsê protesto kirin

.

Serokê desthilata nû ya Sûriyê Ehmed Şera, Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El Şîbanî û Serokê Desteya Awarte û Karesetan Raêd El Salih ku ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibûn vexwendin, gihîştin Parîsê.

Li hemberî vê serdanê nîqaşên berfireh di nava aliyên siyasî yên Fransayê de hatin kirin. Herwiha penaberên Sûriyeyî yên li Fransayê jî ji bo nîşandana nerazîbûnê li hemberî pêşwazîkirina El Şera, li pêşiya Koşka Elysee çalakiya protestokirina vê serdanê li dar xistin.

Hêjayî gotinê ye, ji dema Ehmed Şera hatiye ser desthilata Şamê ev cara yekem e serdana Ewropayê dike. Ev serdan di demeke ku nîqaşên di nava Yekîtiya Ewropayê de li ser siberoja têkiliya bi desthilata Şamê re zêde dibin pêk tê.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê