Penaberekî Kurd li dijî peymannameya Lozanê, ji Almanê heta Swîsê bi pêyan diçe

.

“Îsmaîl Ceiferî” naskirî bi “Bijîr Kurdistanî”, xelkê gundê “Gelên” ê ser bi devera “Jawero” ya ser bi bajarê Sinê, ku li sala 2018 a Zayînî de rû li welatê Almanê kiribû, li dijî peymannameya “Lozan”ê ku 100 salan berî niha li dijî Kurdistanê hatibû wajokirin, ji Almanê heta Swîsê bi pêyan diçe.

“Îsmaîl Ceiferî” ku rêpîvana xwe li 1ê Cozerdanê ji bajarê “Bîkinbak” ê ser bi welatê Almanê dest pê kiriye, bi malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihandiye ku rengehiya vê heye ku 3 heta 4 rojên din bigihe bajarê Lozana Swîsê û li derheq vê zilim û sitema ku li Kurd hatiye kirin, girevê bigire.

Herwisa navbirî di girte vîdyoyekê de bas kiriye: “Li pêxema wan neheqiyaneyên ku xwedî hêzan û dagîrkerên Kurdistanê li dirêjahiya wan 100 salên peymannameya Lozanê de bi serê neteweya Kurd de anîne, vê çalakiyê lidar dixim”.

Herwisa wî penaberê Kurd ragihandiye: “Ew çalakiya min, bo vê ye ku bo tevahiya Kurdan bibim bi hander, ku bi bê cudatîdanîna dîtingehan û îdeolojiyan û devokan, bo şermezarkirina vê peymannameya nehs, bi awayekî yekgirtî birijne ser şeqaman”.  

Hêjayê gotinê ye ku “Îsmaîl Ceiferî” yê temen 27 salî, berê nêzî 3 salan pêşmergê Kurdistanê bûye û li refên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de xebat kiriye.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ