PENa Kurd, li Swêdê Konferansa “Zimanê Kurdî” pêk aniye

.

Beşdaran di Konferansê de behsa mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî û fermîkirina wê kirine.

Navenda PENa Kurd li Stockholmê, paytextê Swêdê bi beşdariya 50 kesên rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û endamên PENa Kurd konferansek li dar xistiye. Konferans di bin sernavê "Mafê Perwerdehiya bi Zimanê Kurdî û Fermîkirina Wî" di 11ê Hezîrana 2022yê, li Salona Palmesalena avahiya ABFyê pêk hatiye.

Ev konferans di çarçoveya amadekariyên Kongreya Navenda PENa Navneteweyî ya de li dar ketiye ku wê di Îlona îsal (2022) de li Uppsalaya heman welatî pêk were.

Endamê Komîteya Swêdê ya Navenda PENa Kurd Serkan Brûskî bername birêve biriye û endama heman komîteyê Dilşa Yûsiv li ser navê Navenda PENa Kurd bi sernavê "Girîngiya Ziman, Çand û Dîroka Kurdan" gotarek xwendiye.

Piştî axavtina fermî ya Navenda PENa Kurd, akademîsyenê ji Zanîngeha Turkuya Fînlandiyayê Gewran Goyî bi sernavê "Zimanê Mîrasê, Perwerdehiya Zimanê Mîrasê û Perwerdehiya Zimanê Kurdî di çarçoveya Zimanê Mîrasê de" gotarek pêşkêş kiriye.

Di bernameya navborî de Berpirs û Xwediyê Weşanxaneya Apecê Alî Çîftçî, li ser "Danasîn û Berhemên Weşanxaneyê" axiviye. Rojnameger û Nivîskar Mîrhem Yîgîtî li ser navê Enstîtûya Kurdî ya Stockholmê behsa "Zimanê Însîtûyê û Zimanê Fermî",
Heyder Diljenî behsa "Li Swêdê Pirtûkên Kurdî Yên Dersê û Weşanxaneya Diljenê", Firat Ceweriyî behsa "Zehmetiyên Nivîskariya bi Kurdî", Berpirsê Weşanxaneya Sûlavê Şewket Amêdiyî behsa kar û xebatên xwe yên li ser perwerdehiya zarokên kurdan ku bi kurdî, swêdî û hinekî jî bi ingilîzî kirine axiviye.

Endamê Komîteya Swêdê ya Navenda PENa Kurd û Endamê Komeleya Mamosteyên Kurdî li Swêdê Azad Josef Erdemî axavtina dawî ya konferansê kiriye.

Bîanet

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle