PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN Li Îzmîrê Ji Bo Zimanê Kurdî Çalakîyek Li Dar Xistin

.

PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN roja 17.05.2026ê li Îzmîrê , li Komeleya KED-DERê ji bo zimanê kurdî çalakîyek li dar xistin.

Di destpêka çalakîyê de, ji bo şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin.

Paşê li ser navê PÊLKURDê Mahmût Alpaşen, li ser navê PSKyê Nevzat Teker, li ser navê PWKyê M.Sîrac Kaya, li ser navê VEJÎN ê Edîp Welatparêz axivîn.

Her çar axftvanan di derbarê girîngîya Kovar Hawarê, xebatên Mîr Celadet Bedirxan û polîtîkayên Dewleta Tirkîyeyê yên ku 100 sale li dijî zimanê kurdî û miletê Kurd de dimeşîne de bîr û rayên xwe anîn zimên û  lêxwedîderketina li zimanê kurdî wek pêwîstî û wwazîfeyeke neteweyî anîn zimên.

Li gel endamên PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎNê gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî çalakîyê bûn.

Çalakî piştî axaftinan bi stran û helbestên kurdî, di atmosfereke dostane de bidawî hat.

Hemû beşdaran ji bo ku cîhê xwe ji bo vê çalakîyê amade kiribûn, spasîya rêvebirên Komeleya KED-DERê kirin.

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî li ser pirsgirêka benzîn, elektrîk, meaş û avakirina hikûmetê daxuyanî da
PWK li Swêdê beşdarî behî û merasima pakrewanên pêşmergeyên Komeleya Şoreşger ya Zahmetkêşên Kurdistanê bû
YNK û PDK li Hewlêrê civiyan
Çekdarê ku keziya şervana Kurd birîbû di xwenîşandanekê de derket holê
Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li ser Rojeva Siyasî ya Kurdistan, Îran û Herêmê