Pedersen: Rakirina cezayên li ser Sûriyê girêdayî avakirina hikûmeta giştgir e

.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê, Geir Pedersen di hevpeyvîneke ligel Ajansa Associated Press de, bal kişand ser sizayên ser Sûriyê û diyar kir, rakirina wan dê girêdayî avakirina hikûmeteke giştgir a hemû pêkhateyan vehewîne nav xwe be.

Pedersen li ser serdana xwe ya Şamê got, "Tiştê ku ez hêvî dikim ew e ku bi hikûmeteke nû ya rastî giştgir di 1ê Adarê de, dê alîkariya me bike ku sizayan rakin."

Pedersen, li ser hevdîtina xwe ya ligel rêveberiya nû ya Sûriyê diyar kir, di hevdîtina xwe ya yekem a bi serokê qonaxa veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera de, Şera gotiye ku wê hikûmeta demkî tenê sê mehan hikum bike û got, "Ez bawer dikim ku ya girîng ne ew e ku ew sê meh in an na, lê ew e ka tiştê ku herdem dibêjin dê pêk bînin, ku ev dê bibe pêvajoyek giştgir ku hemû Sûrî tê de beşdar bibin".

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen, metirsiya xwe ji valahiya ewlehiyê ya piştî hilweşandina artêşa berê û dezgehên ewlehiyê bibîr xist û da zanîn: “Pir girîng e ku bingehên nû yên dewletê bi lez bên danîn, ku pêşniyarek (vegera bo xizmetê) hebe ji bo wan kesên ku êdî ne di artêşê û dezgehên ewlekarî de ne û dibe ku derfetên kar ên din hebin û ku xelk hest bi wê yekê nekin ku ew ji paşeroja Sûriyê hatine dûrxistin.”

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc