Pedersen: Pêwîstiya 15 milyon Sûrî bi alîkariyên mirovî heye

.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen ragihand, pêwîstiya 15 milyon welatiyên Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye.

Pedersen piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mekdad re, roja Çarşemê li Şamê got: “Ji 9 heta 10 milyon Sûrî di asta hejariyê de dijîn û nêzîkî 15 milyon kesî jî pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene.”

Pedersen got ku divê ev yek neyê qebûlkirin û çareserî jê re werin dîtin.

Herwiha tekez kir, rewşa niha ne di berjewendiya ti kesî de ye, lewra “divê em van mijaran çareser bikin û li rewşa koçber û derbiderên li hundir binerin û rewşa girtî û revandiyan gotûbêj bikin.”

Şandeyê navdewletî amaje bi wê yekê kir ku serdana wî bo Şamê "ji bo diyaloga bi hikûmeta Sûriyê re ye û diyar kir ku wî bi hikûmeta Sûriyê re rewşa bakurê Sûriyê û rêyên nehiştina aloziyê gotûbêj kiriye.

Pêştir, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor hişyarî li ser giraniya rewşa jiyanê li Sûriyê da û got, pêwîstiya 14 milyon û 600 hezar kesî bi alîkariyê heye û 90 % di bin xeta hejariyê de dijîn.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye