Pedersen: Ji bo Sûriyê divê em rêyekê bibînin

.

Şandiyê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Geir Pedersen di serdana xwe de ji bo Sûriyê, ligel Wezîrê Derve yê wî welatî, Feysel Miqdad civiya û hejmarek ji mijaran gotûbêj kirin, di nav de karê Komîteya Destûra Sûriyê, pêşhateyên nû û proseya siyasî.

Piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re Geir Pedersen derbarê naveroka civînê de daxuyanî da medyayê û ragihand, “Me bi hûrî behsa wan astengiyan kir ku rûbirûyî Sûriyê bûne. Ronî ye ku me behsa rewşa serbazî, aborî, mirovî kir û bi helbet me behsa proseya siyasî jî kir. Weke her demê me behsa  pirsa kesên girtî û windayî kir, piştre me behsa wan astengiyan kir ku pêwendiya wan bi Komîteya Destûrê re heye. Gotûbêjeke dewlemend bû.”

Ji aliyê xwe ve Feysel Miqdad ragihandiye ku wan behsa destêwerdana Tirkiyê kiriye, lê Geir Pedersen eşkere kir ku ne tenê rola Tirkiyê, lê belê gelek aliyên din ên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê hene, pêwîst e rol û helwestên wan li ber çavan bêne girtin.

Pedersen tekez kir, “Heta niha divê em ne tenê nirxandinê ji bo helwesta welatên Erebî bikin, lê belê helwesta Amerîkî, Ewropî, Tirk, Rûs û Îraniyan jî girîng e, herwiha divê em agahdarî pêşhateyên Sûriyê bin jî. Peyama min ew e ku dibe em rêyekê bibînin û di vê proseyê de ber bi pêş de gavan bavêjin.”

Ji sala 2019an ve bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî kar û gotûbêj berdewam in, ji bo danîna destûreke nû ji Sûriyê re, lê heta niha ew hewl rastî şikestinê hatine.

Kurdistan Haberleri

Sûdanî: ‘Çarşema Sor’ li Iraqê dê bibe tatîla fermî
Fuad Hisên: Me gelek bizav kirine ku komkujiya Êzidiyan li ser asta navneteweyî wekî jenosîd bê naskirin
DIHOK - 4 kes di Çemê Xazirê de xeniqîn
Daraza Îranê 6 mehkûman îdam kir ku 3 ji wan Kurd in
Hamasê peyama "domandina şer" da