PDKÎyê li ser kuştina endamekî xwe daxuyaniyek belav kir

.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) êvara roja çarşemê 12.07.2023an di daxuyaniyekê de ragihand, endamê wê partiyê bi navê Siyamend Şeboyî ji aliyê çeteyên Îranê ve hat kuştin û termê wî li nêzîkî Behirkê ve hatiye dîtin.

PDKÎyê bang li hemwelatiyan, grûpên siyasî û rêxistinan kir ku vê tawanê şermezar bikin û rê nedin ku Îran Iraqê ji bo komên xwe bike qada lîstikê.

Siyamend Şabûyî yê 35 salî û xelkê bajarê Şinoyê roja sêşemê wenda bû û îro çarşemê piştî nîvro termê wî li nêzîkî bajarokê Behirka yê ser bi Hewlêrê hate dîtin.

Hefteya borî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku 2 endamên din li havîngeheke Qeladzeyê hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle