PDKê Rêber Ehmed wek namzedê xwe yê serokomariya Iraqê diyar kir

.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî ku Dadgeha Federalî ya Iraqê namzediya Hoşyar Zêbarî betal kir, îro 14ê Sibatê namzedekî nû ji bo hilbijartinên serokomariya Iraqê destnîşan kir.

PDKê îro Duşemê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed wek namzedê posta serokomariya Iraqê diyar kir û serlêdana namzediya wî bo hilbijartina serokomariyê hat kirin.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li şûna Hoşyar Zêbarî, namzedê PDKê yê posta serokomariya Iraqê ye.

Rêber Ehmed Xalid kî ye?

Rêber Ehmed Xalid ji gundê Barzan e û berê awareyî Îranê bûye, piştî raperîna sala 1991ê, bûye endamê sekreteriya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, piştre bûye endamê ofîsa navendî ya rêkxistina PDKê.

Rêber Ehmed Xalid di ajansa parastin û Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de xwedî roleke aktîf bû, hilgirê bawernameya lîsansê ye û li Beşa Endezyariya Şaristanî ya li Zanîngeha Selahedîn û li ser asayîşa netewî master kiriye.

Rêber Ehmed bi pênc zimanan dizane ku ew Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Tirkî û Farisî ne.

Ji destpêka Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ango ji Tîrmeha 2019an heta niha, Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û niha jî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve ji bo serokomariya Iraqê hat namzedkirin.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin