PDKê dest bi amadekariyên Kongreya 14an kir

.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi amadekariyên kongreya xwe ya 14an kir û Serokê Lijneya Amadekariya Kongreyê hat diyarkirin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Îdrîs Hadî weke Serokê Lijneya Amadekariya Kongreya 14an diyar kir.

Îdrîs Hadî ji Kurdistan24ê re ragihand, ew weke Serokê Lineya Amadekariya Konreyê hatiye kirin, biryar e di demeke nêz de rênimayên destpêkirina karên Kongreya 14an li polîtburoyê were dayîn û dest bi amadekariyan bikin.

Kongreya 13 ya PDKê ji 11 heta 18ê Sibata 2010an li bajarê Hewlêrê hatibû lidarxistin. Lê belê Kongreya 14an ji ber şerê DAIŞê û rewşa herêmî û belavbûna vîrusa Koronayê, hatibû paşxistin.

Her çiqas Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihandibû ku di 26ê Gulana 2021an de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê kongreya xwe ya 14an li dar bixe, lê ji ber encamdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, kongre hatibû paşxistin.

K24

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa Beşdarî Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Bû
Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin
Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir
Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin