PDK û YNK di daxuyaniyeke hevpar de ragihand ku wan li ser wê yekê li hev kir ku pêwîst e hewlên xurt û cidî bên dayîn da ku Îlona bê Parlamentoya Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên xwe bike.
Li Ofîsa Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li Hewlêrê heyetên dan û standinan ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civînên xwe domandin.
Di daxuyaniya hevpar de hat gotin:
“Her du aliyan di civînê de tekezî li ser wê yekê kir ku di bin ronahiya wan bingeh û prensîbên ku di nêrîna hevpar a navbera her du aliyan de li ser lihevhatin hatiye kirin û gavên ku ji bo birêxistina karê hevbeş ji bo qonaxa bê ya birêvebiriya Kurdistanê hatine avêtin bipêşketineke mezin bi xwe re dîtiye.
Her wiha behsa gavên pratîkî yên ji bo bicihanîna wê bernameyê hat kirin.”
PDK û YNKyê her wiha da zanîn:
“Bi berçavgirtina rewşa niha ya herêmê û pêşhatên ku hene, ji bo rêzgirtina li îradeya xelkê Kurdistanê û sozên ku her du aliyan dabûn alîgirên xwe û encamên hilbijartina xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê û parastina pêgeha yasayî û siyasî ya Herêma Kurdistanê werin kirin.”
Ev di demekê de ye ku 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin kirin, 2yê Kanûna Pêşîn a 2024an rûniştina yekem a xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê hat kirin û heta îro ti civînên din nehatine kirin.
Di dema asayî de, li gorî benda sêyem a madeya 51ê ya peyrewa navxweyî ya Parlamentoya Kurdistanê “rojên sêşem û çarşemê dê taybet bin bi rûniştinên parlamentoyê” lê di 8 mehên borî de parlamentoyê ti civîn nekirine.
Her wiha, heta niha kabîneya nû ya hikûmetê nehatiye avakirin.