PDK û YNK civiyan

.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di çend rojên borî de civiyan û li ser çend mijaran hevfêmkirina baş di navbera wan de heye.

 Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di çend rojên borî de civiyan û li ser çend mijaran hevfêmkirina baş di navbera wan de heye.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, PDK û YNK civiyane û di civînan de li ser çend mijaran hevfêmkirina baş heye, ji wan herî girîng, her du aliyan li ser guherînên hikûmî, rizamendî nîşan dane.

Beriya niha YNKê daxwaz kiribû ku Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl were guhertin û li şûna wî, kesekî din were danîn.

PDKê jî piştî encamdana kongreyê, guherîn di organên partiyê de kirin û biryar e guherîn di çend postên hikûmî û parlamentoyê de bikin, weke postê Cîgirê Serokê Parlamentoyê û Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî.

Encamdana van guherînan, pêwîstî bi dengê piraniya parlamenteran heye û li gor zanyariyên Kurdistan24ê, civînên PDK û YNK di rojên bê de dê berdewam bin.

Ev di demekê de ye ku îro beşek ji tîma wezarî ya YNKê beşdarî civîna heftane ya Encûmena Wezîran bû.

Kurdistan Haberleri

DIAKURD: Bila giyanên şehîdên kurdên Êzdî şad be!
Nêçîrvan Barzanî: Divê rê neyê dayîn ku Şingal bibe qada milîs û komên çekdar
Şaxewan Ebdullah: Hikûmet êrîşkarên li dijî Herêma Kurdistanê nas dike
Tanrıkulu: Rêxistina perwerda Kurdî ne şaredariya CHPê, qeymeqamî girtiye
Bafil Talebanî: Enfalkirina Barzaniyan li ser laşê welêt birînek e