PDK û YNK bi şandeke hevbeş beşdarî danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dibin

.

 Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser proseya danûstandina ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê de hat gotin: “îro piştî nîvro, şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li baregeha polîtburoya PDKê civiyan.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di civînê de piştî gotûbêj û danûstandinên fikr û ramanan, herdu aliyan rêkeftin kirin ku PDK û YNK bi hev re bi şandeke hevbeş a Kurdistanî proseya danûstandinê ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal dest pê bikin.

Herwiha herdu aliyan eşkere kirin ku ji bo vê mebestê reşnivîsa karê hevbeş hatiye amadekirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle