PDK, Sedir û Sunneyan berbijêrên serokomarî û serokwezîriyê diyar kirin

.

Tifaqa navbera PDK, Sedir û erebên sunnî yên Iraqê wek “Tifaqa Rizgariya Niştiman” hat binavkirin û kandîdên xwe yên serkomarî û serokwezîriya Iraqê jî ragehandin.

Şandên PDK, Sedir û erebên sunnî îro li ser destnîşankirina kandîdên xwe bo serkomarî û serokwezîriya Iraqê civiyan.

Piştî civînê, her sê şand derketin pêşberî rojnamevanan.

Li ser navê her sê şandan, serokê firaksyona Sedir, Hesen Ezarî ragehand, wan navê tifaqa xwe kirine “Tifaqa Rizgariya Niştiman”.

 Ezarî da zanîn jî, kandîdê wan bo serkomariya Iraqê Rêber Ehmed û kandîdê wan bo serokatiya hikûmetê jî Mihemed Ceifer e.

Parlementoya Iraqê roja 26 vê mehê dicive û serkomarê nû hildibijêre.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle