PDK-S: Ji ber siyaset û kiryarên PYDê rewşa aborî û ewlehiyê têk çûye

.

Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de ragihand, “Têkçûna rewşa abor û ewlehiyê û siyaset û kiryarên rêveberiya PYDê de, ciwanên Kurd neçar dike ku koçber bibin.”

Polîturoya PDK-Sê roja 17ê Îlonê civiya û tê de rewşa giştî, rewşa siyasî ya Sûriyê û pêşhatên dawîiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj kir û derbarê naveroka civînê de jî duhî daxuyaniyek belav kir.

PDK-Sê di daxuyaniya xwe ragihand, “ji encama rewşa xirap a aboriyê, bilindkirina nirxê sotemeniyê, ligel têkçûna rewşa ewlehiyê û siyaset û kiryarên PYDê yên li dijî endam û alîgirên ENKSê û revandina wan, ji bilî diyardeya bikaranîna madeyên hişbir, zêdebûna tawanan û revandina ciwanan bi zorê bo leşkeriya neçarî, fişareke mezin xistiye ser nifşê ciwanan ku neçar dibin ji cih û warê xwe koçber bibin.”

Di beşeke din a civînê de behsa rewşa opozisyona Sûriyê hate kirin û PDK-Sê dît ku karê opozîsyonê di bin asta pêwîst de ye, ku pêwîstî bi pêdaçûn û lêvegereke rexneyî ya berfereh ji gotar, reftar û kiryarên wê re heye, ji bo rastkirina şaştiyan û ji bo rê li ber tawan û binpêkirinên li herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bê girtin, ji bo sivikkirina êş û azarên welatiyan û başkirina pêwîstî û pêdiviyên wan.

Di vê derbarê de, PDK-Sê pêşwazî li biryara Wezareta Xezîneya Amerîkayê ya sizakirina hinek aliyan grûpên çekdaran kir û got, divê ji bo wan bibe dersek û ji bo reftar û kiriyarên xwe biguhêrin û herwiha pêwîst e hikûmeta demkî û Îtîlaf bi cidî li ser sizayên Amerîkayê rawestin û hemû kêşeyan çareser bikin.

Her di vê derbarê de PDK-Sê daxwaz kir ku divê cezayên herî giran li tawankarên tawana kuştina 4 şehîdên şeva Newrozê li Cindirêsê werin birî.

K24

Kurdistan Haberleri

Kedkarê doza Kurdistanê Abdulxenî Bakir li Mêrdînê hate veşartin
Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike
Li Dêrsimê aşê gundê Elewiyan kirine mizgeft
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe