PDK: Pêwiste ji desthilata welatên cîran re rêz bigrin

.

 Komîta navendî ya PDKê li Pîrmamê di bin serokatiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de civiya. Di civînê de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî amade bû. Di civînê de komîte ragihand ku divê ji desthilata welatên cîran re rêz bê girtin û ewlehiya wan bê parastin.

Di civînê de hat gotin ku Hevkariya Rêvebirina Dewletê li hemberê hinek pêkhateyan tê hîskirin ku paşde gav avêtiye. Lê tevî wî awayî jî wê desteka wan ji bo serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani dewam bike. Komîte weha got:

“Nebicîhanîna xalên peymana ku hukumeta Iraqê û hevkarî li serê ava bûye, cihê xwe ji endîşeyan re hiştiye. Eger rewş weha dewam bike, wê zerê bide temamê Iraqê.”

PDK her weha li ser mijarên din jî rawestiya û di mijara siyaseta Amerîkayê ya di herêmê de û Rojhilata Navîn de, di navbera hevkarên bernameyan de bûye sedema endîşeyan. Hinek ji wan encaman raste rast û hinek ji wan jî bi awayeka dinê bandorê li Herêma Kurdistanê dikin.

Komîte, di mijara dewletên cîran de jî got ku divê li hukumraniya dewletên cîran rêz bê girtin, ewlehiya wan bê parastin û herêma Kurdistanê ji bo wan nebe tehdîd. Bi wan dewletan re di sehayên siyasî, ewlehî û aboriyê de berjewendiyên hevpar bidin ber çav û divê ew berjewendî bên parastin.

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin
Îlham Ehmedê li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da