PDK-Î: YNKê ji bilî Xusrewî kesekî din jî radestî Îranê kiriye

.

 Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan-Îran (PDK) Nezîf Qadirî eşkere kir ku asayîşa YNKê ji xeynî Behzad Xusrewî kesekî din ê bi navê Şaho Ehmedzade jî radestî Îranê kiriye.

Endamê Navenda Rêveberiya PDK-Î û Berpirsê Pêwendiyên Giştî Mihemed Nezîf Qadirî di hevpeyvîna beşa kurdî ya Dengê Amerîkayê de ragihand, “Behzad Xusrewî endamê partiya wan e û ji zû ve li Silêmaniyê rûniştvan e û dayîk û xwişka wî jî ligel wî diman û karta rûniştvaniyê ya Behzad Xusrewî heta meha 12 ya sala 2024ê jî hebû û li komisyona penaberan jî navê wî tomarkirî ye.’’

Qadirî got, niha daxwaz ji dayîk û xwişka Behzad Xusrewî hatiye kirin ku ji Silêmaniyê derkevin û niha hatine Hewlêrê.

Berpirsê PDK-Î got ku Behzad Xusrewî ti pirsgirêkeke wî ya îdarî, siyasî û ewlehiyê nebû.

Mihemed Nezîf Qadirî cara yekem eşkere kir ku derveyî Behzad Xusrewî asayîşa YNKê kesekî din jî bi navê Şaho Ehmedzade jî li gel Behzad Xusrewî radestî Îranê kiriye ku ew jî xelkê bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ye û endamekî aliyekî siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Qadirî herwiha got: “Eger biryara radestkirina wî endamê me bi taybet ji aliyê jor asayîşê ve hatibe dayîn, bi nêrîna min biryarderê wê mijarê di asta berpirsyartiya siyasî û netewî de karê xwe wek pêwîst nekiriye.”

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin