PDK: Êrişa ser ofîsa Şaxewan Ebdullah li Kerkûkê terorîstî ye

.

Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, êvara Çarşembê 19ê Çileya 2022an ofîsa wî ya li Kerkûkê rastî êrişeke bombeyî hatiye û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî bûyer şermezar kir û weke “êrişeke terorîstî ya şikestxwarî” bi nav kir.

Ofîsa Şaxewan Ebdullah Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê li bajarê Kerkûkê êvara duh Çarşembê rastî êrişeke bi bombeyê hat.

Şaxewan Ebdullah derbarê êrişê de ji Rûdawê re ragihand, “demjimêr 7:25 êvara Çarşembê 19ê Çileya 2022 bi bombeyekê êrişê ser ofîsa min li nêzîk Çerxerêya Îxwan li taxa Rehîmava ya Kerkûkê hatiye kirin, lê ti zirarên canî çê nebûye û tenê zirar gihîştiye avahiyê.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de êrişa ser ofîsa Şaxewan Ebdullah şermezar kir û weke êrişeke terorîstî ya şikestxwarî bi nav kir.

PDKê ragihand, “Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê di demekê de ku gelek bi tundî wê êrişê şermezar û riswa dikin, ji bikerên wê re jî radigihînin ku bi kiryarên terorîstî û şikestxwarî, şikestinên wan nayên çareserkirin û veşartin.”

Polîtboruya PDKê herwiha dibêje, “Em wiha dibînin ku parastina maf û jiyana hemwelatiyan û berpirsan bêyî cudahî di stuyê hêzên emnî û aliyên peywendîdar ên bajar de ye.”

Kurdistan Haberleri

Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin
Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (285)
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em AmedSporê Pîroz Dikin
Li Wanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin