Pasdarên Îranê berpirsiya xwe ya êrîşa ser Hewlêrê ragihand

.

 Hat diyarkirin ku Supaya Pasdarên Îranê, bi fermî berpirsyariya xwe ya bo êrîşa ser Hewlêrê ragihand.

Li gorî nûçeyên medya Îranê, Supaya Pasdaran bi daxuyaniyeke nivîskî bi fermî êrîşa şevê din a bi moşekên balîstîk bi ser Hewlêrê de li xwe girtiye.

Hatiye îdiakirin ku bi moşekan li baregehên îstixbarata Îsraîlê MOSSADê hatiye xistin.

Medya fermî ya Îranê jî beriya vê daxuyaniyê îdia kiribû, bi moşekan baregehên îstkixbarî yên MOSSADê hatine hedef girtin.

Di êrîşa îro bi şev li demjimêr 01:00ê şevê ku 12 moşekên balîstîk li ser Hewlêrê ketin de, avahiya navendî ya Kurdistan24ê xisareke mezin dîtiye ku hin moşek li ber wê ketine. Herwiha Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî eşkere kir ku du kesên sivîl di ji ber êrîşê birîndar bûne û diyar kir, armanca êrîşê ya sereke konsulxaneya Amerîka ya nû bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Supaya Pasdarên Îranê di nav lîsteya terorê ya Amerîkayê de cî digire.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle