Pascal Confavreux: Em çavdêriya peymana di navbera Şam û HSDyê de dikin

.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Pascal Confavreux li ser serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a Sûriyeyê û pêwendiyên her du welatan ji Rûdawê re axivî.

Pascal Confavreux diyar kir ku Fransa piştgiriyê dide mafên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê û ew çavdêriya peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de dikin.

Confavreux her wiha destnîşan kir ku divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nav welêt de cihê xwe bibînin ku aramî pêk were.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Pascal Confavreux pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:

Rûdaw: Encamên herî girîng ên serdana Serokkomarê Fransayê ya Şamê çi bûn?

Pascal Confavreux: Ez bawer dikim serdaneke dîrokî bû. Ji ber ku cara yekem bû serokekî Fransayê di 18 salên borî de diçe Sûriyeyê. Cara yekem bû ku serokdewletekî Ewropî û Rojavayî piştî rûxîna rejîma Beşar Esed çû serdana Sûriyeyê. Di bingehê de 3 armancên vê serdanê hebûn. Ya yekem, hatin û piştgiriya gelê Sûriyeyê bû. Ya duyem, bipêşxistina hevkariyên me yên ji aliyê ewlehiyê ve bû. Ya sêyem jî, hebûna komek ji şirket û veberhêneran ji bo piştgiriya bipêşxistina aborî ya welêt bû. Di her sê xalan de jî serkeftineke mezin bi dest xist.

Rûdaw: Te behsa veberhênanê kir. Li gorî we rewşa niha ya Sûriyeyê ji bo veberhênanê guncav e? An bi rastî pêwîstî bi rewşeke destûrî heye ku hemû netewe, herêmên Sûriyeyê û pêkhateyên wekî Kurd, Durzî û Elewî di nava xwe de li hev bikin?

Pascal Confavreux: Pirsgirêka ewlehiyê heye. Her wiha pirsgirêka lihevkirinê heye. Desthilatdarên Sûriyeyê baş ji vê yekê agahdar in û amade ne hevkariyê bikin û di vî warî de bi pêş ve biçin. Ev jî ew tişt e ku em li ser kar dikin û em amade ne bi wan re li ser bixebitin. Wekî mînak, yek ji ajansên me ya bi navê Expertise France ku şarezayiya Fransayê ya di warên cuda de peyda dike, bi Banka Navendî ya Sûriyeyê re li ser van pirsgirêkên wekî lihevkirinê kar dike.

Rûdaw: Baş e, li gorî we ev derfeta veberhênanê bi taybetî ji bo welatên Ewropayê li Sûriyeyê heye, yan bi rastî derfet tenê ji bo Amerîka û welatên cîranên Sûriyeyê ye?

Pascal Confavreux: Ew wêrankariya ku li Sûriyeyê piştî zêdetirî 10 salan ji şerê navxwe û piştî rejîma Beşar Esed çêbûye, gelekî mezin e. Pêwîstiyeke gelekî girîng bi veberhênanê çêdibe. Bê guman ev veberhênan dê di destpêkê de ji aliyê Sûriyeyiyan bi xwe û şirketên Sûriyeyî ve be. Lê eger bixwazin, bê guman şirketên Ewropayê û Fransayê dê alîkariya jinûveavakirinê aboriya Sûriyeyê bikin. Loma jî Serok Macron hejmarek ji birêvebirên cîbicîkar ên Fransiz bi xwe re anîbûn. Birêvebirên girîng ên Fransiz ên wekî Total an jî CMA CGM bi wî re bûn da ku beşdarî avakirina Sûriyeyê bibin.

Rûdaw: Zêdetir di kîjan warî de Fransa dixwaze li Sûriyeyê veberhênanê bike?

Pascal Confavreux: Bê guman dê di warên cuda de be, wekî enerjiyê. Lê veguhastin û binesazî jî ew warên cuda ne ku me dest bi karê tê de kiriye. Me çarçoveyeke girîng a hevkariya dualî îmze kiriye ku behsa hevkariya ewlekarî, çand û perwerdeyê jî dike. Lewma ev hemû ew xal in ku em kêfxweş dibin ku em li ser karê xwe bi desthilatdarên Sûriyeyê re berdewam bin.

Peymana Şam û HSDyê

Rûdaw: Werin em behsa helwesta Kurdan bikin. Gelo Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikarin ji vê serdanê wiha fêm bikin ku ji niha û pê ve Fransa dê tenê bi Şamê re dan û standinan bike û guh nade Kurdan? Ji ber ku wekî hûn dizanin, di vê serdanê de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ti berpirs û nûnerên Kurdan nedîtin.

Pascal Confavreux: Serok Macron, her dem di vî warî de gelekî zelal bûye. Em bi hemû pêkhateyên cuda yên civaka Sûriyeyê re civiyan. Em piştgiriyê didin Sûriyeyeke xwedî serwerî û yekgirtî ku hemû pêkhateyan di nav xwe de bigire. Di rastiyê de, ev yekane rê ye ji bo parastina yekrêzî û hêza civaka Sûriyeyê û welatê Sûriyeyê. Wekî hûn dizanin, me piştgirî kiriye û di rastiyê de me ji piştgiriyê zêdetir kiriye ji bo peymana 30ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilatdarên Sûriyeyê de. Ev peyman bê guman dê bibe hander ji bo parastina nasnameya Kurdî û her wiha tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nav sîstema Sûriyeyê de. Em jî gelekî hez dikin ku şopandina cîbicîkirina vê peymanê bikin. Wezîr Barrot li Sûriyeyê bû û paşê di meha Sibatê de çû Kurdistanê ji bo şopandina cîbicîkirina vê peymana 30ê Kanûna Paşîn. Her wiha me 18ê Hezîranê li Parîsê pêşwazî li General Mezlûm kir.

Rûdaw: Baş e, Fransa çavdêriya cîbicîkirina wê peymanê dike ku di navbera Şam û HSDyê de ye?

Pascal Confavreux: Belê, bi temamî. Em gelekî bi hûrî çavdêriya vê peymanê dikin. Ev peyman gelekî girîng e û armanceke zelal û rêyeke zelal ji bo tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nav sîstema Sûriyeyê de datîne. Di rastiyê de dê bibe alîkar ji bo wê Sûriyeya serwer û yekgirtî ya ku hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê di xwe de dihewîne.

Rûdaw: Wekî mînak partiyên Rojavayê Kurdistanê daxwaza mafê otonomiyê û perwerdeya bi zimanê Kurdî di bernameyên xwendinê de dikin. Gelo Fransa piştgiriyê dide van daxwazan?

Pascal Confavreux: Em piştgiriyê didin tiştê ku di vê peymanê de heye. Di vê peymana 30ê Kanûna Paşîn de, bê guman xalên zelal ji bo parastina nasnameya Kurdî di nav vê Sûriyeya nû de hene û divê ev yek jî bê cîbicîkirin.

Rûdaw: Di axaftina xwe de te behsa aliyê ewlehiyê kir. Ew her du teqînên ku li nêzîkî cihê mana Serokkomarê Fransayê li Şamê çêbûn, gelo nîşan nadin ku hîn metirsiya rêxistinên tundrew li Sûriyeyê maye? Hûn bi pêwîst nabînin ku hemû navçe, netewe û pêkhate li hev bikin heta tundî û tûjî li Sûriyeyê bi dawî bibe?

Pascal Confavreux: Belê, bê guman. Ew nîşan dide ku bê guman hîn jî gefên mezin ên ewlehiyê li Sûriyeyê hene û em dixwazin rê li ber wê bigirin. Ji ber vê yekê me bi temamî piştgirî da wê yekê ku desthilatdarên Sûriyeyê di payîza borî ya 2024-2025an de ketin nav Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê. Lewma jî di dema serdana Serok Macron de, me hevkariyeke girîng di warê ewlehî û dijîterorê de li gel desthilatdarên Sûriyeyê îmze kir. Wekî hûn dizanin li Fransayê, em ji dil hest bi ewlehiya navçeyê dikin. Di sala 2015an de êrişên terorîstî yên gelekî mezin ên Parîsê yên li Bataclanê ji wê herêmê derketibûn. Ji ber vê yekê ewlehiya vê herêmê û rûbirûbûna terorê ji bo me xwedî wateyeke mezin e. Di dawiyê de, li ser van gefên mezin ên ewlehiyê, em bi tevahî şîretê li welatiyên xwe dikin ku heta niha neçin Sûriyeyê. Lê wekî we jî dît, em naxwazin ev cure êrişên terorîstî bibin asteng li pêşiya me ji bo bipêşxistin û bihêzkirina hevkariyên xwe yên li gel Sûriyeyê. Lewma jî tevî wan êrişên terorîstî, Serok Macron li ser bernameya xwe ya li Şamê berdewam bû. Ew di serdana xwe û hemû wan tiştên ku me amade kiribûn di vê serdana girîng a Duşem û Sêşema borî de bikin berdewam bû.

Rûdaw: Çima Fransa hevkariya avedankirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê nake?

Pascal Confavreux: Em li gel desthilatdarên Sûriyeyê ji bo avedankirina welêt kar dikin. Niha hîn tenê destpêk e. Em dê li gel şirketên Fransiz werin. Ewropiyên din jî dê hebin ku amade ne piştgiriyê bidin vê yekê. Ev jî divê li gel desthilatdarên Sûriyeyê û li gel hemû pêkhateyên civakê bê kirin û dem jê re divê. Hîn pirsgirêkên ewlehiyê û pirsgirêkên lihevkirinê hene wekî ku me di destpêka vê hevpeyvînê de behs kir. Lê em li vir in ji bo alîkariyê, di nav de ji aliyê şarezayiya Fransiz ve ji bo lihevkirinê. Ev jî ew kar e ku em li gel yek ji ajansên xwe yên bi navê "Expertise France" dikin.

Rûdaw: Deverên Rojavayê Kurdistanê jî di nav wan de ne?

Pascal Confavreux: Belê.

Rûdaw: Li aliyê din, di vê serdanê de Fransayê 23 şûnwarên dîrokî li Sûriyeyê vegerandin. Gelo hîn şûnwarên dîrokî yên din ên Sûriyeyê mane ku Fransa bixwaze wan vegerîne? Eger hebin kengî dê vegerîne?

Pascal Confavreux: Ev parçeyên şûnwaran di destpêka sala 2010an de bi deyn hatibûn dayîn ji Fransayê re. Me di dema şerê navxwe de ji bo parastina wan li cem xwe hiştibûn. Ew rastiya ku me ew li Sûriyeyê vegerandin gelekî sembolîk e. Bi awayekî ku, bê guman, pêwîst e li Sûriyeyê bên nîşandan û bi hemû alîkariya me ji aliyê hevkariya muzeyan ve bên raxistin. Lewma gaveke girîng bû û em amade ne hevkariya Fransiz-Sûrî ji aliyê çand û hevkariya muzeyan ve vegerînin asta xwe ya tam wekî berê. Hevkariyeke gelekî zindî di navbera her du welatan de hebû û em amade ne wê vegerînin astên xwe yên berê.

Rûdaw: Tenê ew 23 berhemên şûnwarî bûn yan hîn jî hene ku Fransa wan vegerîne Sûriyeyê?

Pascal Confavreux: Heta niha 23 berhem bûn ku hatine vegerandin.

Rûdaw: Yanî daxwaza we heye hûn hejmareke din jî vegerînin?

Pascal Confavreux: Zanyariyên min ên zêdetir li ser vê yekê nînin. Bi baweriya min hevkarên min ên li Wezareta Çandê dikarin vê yekê bêjin. Lê ez dikarim paşê li ser vê mijarê bersiva we bidim.

Rûdaw: Siyaseta niha ya Fransayê ya li hemberî Sûriyeyê, bi hemû netewe, hemû pêkhate û herêmên wan ve çi ye?

Pascal Confavreux: Eger Sûriye bixwaze xwedî aramiyeke demdirêj be, bê guman divê hay ji hemû pêkhateyên civaka xwe hebe. Lewma ev tê wê wateyê ku divê tevahiya sîstema dadweriyê dadgehkirina wan kesan bike ku di paşerojê de di serdema rejîma Esed de yan piştî rûxîna Esed berpirsyarê êrişan û wan mirinên ku li wir çêbûne bûn. Ji ber ku ev beşa bîrweriyê, ev beşa dadweriyê dê gelekî bingehîn be ji bo dariştina pêşerojeke hevbeş. Ya duyem jî, bê guman divê hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê cihê xwe di nav Sûriyeyê de bibînin. Eger em bixwazin aramiyeke demdirêj li wî welatî û paşê jî li herêmê hebe. Lewma ev tam ew peyam e ku bê guman em bi awayekî eşkere radigihînin. Lê em bi awayekî dualî jî li gel desthilatdarên Sûriyeyê behs dikin û ev peyama Serok Macron û hemû wan wezîran bû ku di destpêka hefteyê de li Şamê pê re bûn.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Amerîkayê ceza bi ser karsazê Îranî Elî Ensarî de sepand
Almanya: Em dê piştgiriya ji bo Pêşmergeyan bidomînin
Li Herêma Kurdistanê di 6 mehan de 31 karker li ser kar mirin
Peyama tund a Kongreya Amerîkayê: Heta S-400 hebin F-35 nînin
Li Stenbolê êrişî goristaneke Ermenan hat kirin