Partiyên Yekîtî û Pêşverû tekezî li ser avakirina gotareke Kurdî ya yekgirtî dikin

.

 Şandeke hevbeş a partiyên Wihde û Pêşverû bi serokatiya ENKSê re civiya û di civînê de tekezî li ser avakirina gotareke siyasî ya neteweyî ya kurdî ya yekgirtî hate kirin.

Şandeke hevbeş a Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) û Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurdî li Sûriyeyê (Pêşverû) îro 25ê Berçile bi serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re civiya û guftûgo li ser rewşa nû ya Sûriyeyê piştî rûxandina rejîma Beis li Şamê hate kirin.

Malpera Yekîtî daxuyaniyek li ser hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir û tê de da zanîn, di civînê de rewşa Kurdî li Sûriyeyê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya kombûna ji bo avakirina gotareke siyasî ya neteweyî ya kurdî ya yekgirtî, li gorî nêrîneke hevbeş hate kirin.

Partiya Yekîtî da zanîn jî, “Civîn erênî bû, ji ber ku amadebûyan li ser giringiya berdewamiya civîn û diyalogê di navbera hêz û aliyên curbicur ên Kurdî de, bi taybetî di qonaxeke wiha de, hevnêrîn bûn.”

Herwiha civînê tekezî li ser pêwîstiya danûstandina bi hêz, aktor û pêkhateyên cuda yên gelê Sûriyeyê re kir.

Kurdistan Haberleri

Donald Trump li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê çi got?
Tehran di bin bombebaraneke dijwar de ye: 24 saetên herî dijwar ên dîroka Îranê
Rapor: Herêma Kurdistanê naxwaze bibe beşek ji şerê li dijî Îranê
Tirkiyeyê vekişîna hêzên xwe ya ji Serê Kaniyê û Girê Spî red kir
Ehmed Hilalî: Beriya cejnê hemû koçberên Efrînê dê vegerin malên xwe