Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bo perçeyên din ên Kurdistanê: Bi me re piştevan bin

.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de bang li partî, aliyên siyasî, kesayetî, rêxistinên sivîl û her aliyekî peywendîdar li perçeyên din yên Kurdistanê kir ku piştevaniya xwe ji bo daxwazên rewa yên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê nîşan bidin.

Di daxuyaniyekê hat gotin, piştî stemkariya li dijî keça Kurd Jîna Emînî hatiye kirin ku di encamê de wê canê xwe di zîndanên Îranê di bin eşkenceyê de ji dest daye û şehîd bûye, bang dikin ku her awayekî guncaw li kêlek gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê rawestin.

Mehsa “Jîna” Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin. Lê polîs jî dibêje, Jîna ji ber celteya dil canê xwe ji dest daye.

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandan li bajarê Seqiz, Urmiye, Mehabad û Pîranşar û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û hejmarek ji bajarên Îranê derketin û heta niha 11 kes ji aliyên hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin, 450 kes birîndar bûne û zêdetir ji 500 kesî jî hatine binçavkirin.

Kurdistan Haberleri

Konê Reş: Xewna Mîr Celadet li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye
Ramî Ebdirehman: DAIŞ derbaz bûye nav Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê
Sefîn Dizeyî: Destpêka 2026ê Korbenda Aborî ya Herêma Kurdistanê bi Amerîka û Brîtanyayê re tê lidarxistin
Baba Şêx bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir
Şandeya Cihûyan li Sûriyeyê ye: Li pey şopa bav û kalan in