Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em Fatîh Altayli Şermezar Dikin

.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Em Fatîh Altayli Şermezar Dikin

Piştî êrîş û heqaretên ku Partîya Komunist ya Tirkîyeyê(TKP), Tevgera Komunîst ya Tirkîyeyê (TKH), Serokê Zafer Partîyê Umît Ozdağ û hinek kes û alîyên din yên çepgir yan rastgir biribûn ser rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd Şêx Seîd, rojnameger Fatîh Altayli jî beşdarî vê karwanê bû.

Fatîh Altayli di bernameyeke telewîzyonê de, heqaret û êrîşên ku ji hedê xwe bihurî li Şêx Seîd kir.

Şêx Seîd rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd e. Her heqareteke ku li Şêx Seîd tê kirin, di eslê xwe de li miletê Kurd tê kirin.

Ji ber wan heqaretên ku li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd kirine, em Fatîh Altayli û hemû kes û alîyên çepgir yan rastgir ên ku berdewamîya Îttîhad Terakkî ne, şowenîst, nîjadperest û dijminên miletê Kurd in, protesto û şermezar dikin.

Em piştgirîya wê doza ku Baroya Amedê li dijê Fatîh Altayli vekirîye dikin.

Herweha em careke din bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku cîhê mezelên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî û hemû kesayetên ku cîhê mezelên wan ne dîyar in eşkere bikin.

12.12.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle