Partiya Welatparêzên Kurdistanê: Em Qetlîama Meraşê Rûreş Dikin

.

Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di salvegera 46emîn a Qetlîama Mereşê de daxuyaniyek da û qetlîam şermezar kir.

Di daxuyaniyê de PWKê got: "Em di salvegera 46emîn de qetlîama Mereşê û yên ku ev qetlîam pêk anîn rûreş dikin, bi rêzdarî xwişk û birayên xwe yên Kurd û Elewî yên ku hatin qetilkirin bi bîr tînin."

PWKê bal kişand ser girîngiya bîranîna vê qetlîamê û got:


Em Qetlîama Meraşê Rûreş Dikin

46 Sal berê,di sala 1978an, di navbera rojên 19 û 25ê çileya pêşîn de, li bajarê Meraş a Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî xuşk û birayên me yên Kurdên Elewî hate li dar xistin.

Ev qetlîama ji alîyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst yên Dewleta Tirkîyê ve hatibû organîze kirin û li dar xistin.

Di vê qetlîamê de 111 Kurdên Elewî hatin qetil kirin 1500 Elewî jî birîndar bûn.

Di 46emîn salvegera Qetlîama Meraşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin.

Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin.

19.12.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

……………………………………………………….

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide