Partîya Welatparêzên Kurdistanê: Cejna Êzî ya Kurdên Êzdî Pîroz Be

.

Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzdî, cejna Êzî dikeve hefteya dawîn a meha Çileya Pêşîn ku Kurdên Êzdî bo maweyê 3 rojan rojiyê digirin û roja çarem jî weke cejn tê pîrozkirin.

Hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka alandina hemû êş û elemên hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzdî.

Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bicîh anîna hemû mafên Kurdên Êzdî, ji bo alandina hemû êşên xuşk û birayên me yên Êzdî dê bernameyên taybet bicîh bînin.

Em cejna Êzî ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzdî yên li Kurdistanê û yên li hemû cîhanê pîroz dikin.
20.12.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê