Partîya Welatparêzên Kurdistanê : 127 Salîya Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Be

.

 

127 Salîya Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Be

Rojnameya pêşîn a kurdî, Kurdistan, di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji alîyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. 75 salan piştî derketina vê rojnameyê, di 1973an de li Başûrê Kurdistanê, 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran (çi legal û çi îllegal) kovar û rojnameyên Kurdan derketine. Lê hertim dewletên desthilatdar li hember van kovar û rojnameyan, li hember berpirsiyar û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirin e. Di vî warî de zilma li ser berpirsiyar, nivîskar û heta xwendevanên rojnameya Kurdistanê (1898) bigrin heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam e.

Gelek rojnamevanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindan kirin û kuştin.

Heta îro jî rojnamevanên Kurd nikarin erka xwe bi awayeke azad bi cîh bînin. Weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadîya wan tê girtin. Di şerê ku li Bakurê Kurdistanê de didome de bûne hedefek pêşîn.

Ji ber vê yekê, rojnamegeriya Kurdî ji alîyekê ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata Kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.

Bi minasebeta 127 salîya Rojnamegerîya kurdî, em hemû rojnamevanên Kurdên ku di vê rêyê de şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin Roja Rojnamegerîya Kurdî pîroz be.

22.04.2025


Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle