Partiya Newrozê hat damezrandin

.

 Li Tirkiyê bi pêşengiya rojnameger Hasan Sancar partiyeke nû ya bi navê "Partiya Newrozê" hat damezrandin.

Her wiha hat ragihand "Partiya Newrozê" ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve hatiye pesendkirin ku di nav de tîpa "W" ya Kurdî heye.

Serokê Partiya Newrozê ya Tirkiyeyê Hasan Sancar e û bi slogana “Dengê Yekîtî û Jinûve Zayînê” hatiye damezrandin û xwe li 37 cihan organîze kiriye.

Di amblema Partiya Newrozê de çiya, roj, kûlîlk û reng hene ku pênaseya xwezayê û corbicorbûna çandê dike.

Serokê Partiya Newrozê amaje bi wê yekê daye ku gotina “Newroz”ê ne tenê ya Kurdan an ya Tirkan e, navê cejna herî kevin a cîhanê ye.

Li Tirkiyeyê bi giştî 162 partiyên siyasî hebûn û bi damezrandina vê partiyê hejmara partiyan gehişte 163yan.

Hasan Sancar di sala 1982yan de li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û di sektora medyayê de jî kar dike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle