Parlementoya Kurdistanê li ser “Roja Komkujiya Êzîdiyan” dicive

Parlementoya Kurdistanê li ser ragihandina “Roja Komkujiya Êzîdiyan” dicive.

Parlementoya Kurdistanê li ser ragihandina “Roja Komkujiya Êzîdiyan” dicive.

Parlementoya Kurdistanê îro saet 11:00 bi dema Hewlêrê li ser wê yekê dicive ku roja 3 Tebaxê wek “Roja Komkujiya Êzîdiyan” were ragihandin.

Ji ber ku parlemento di bêhnvedana havînê de ye, civîna îro awarte ye.

Tê zanîn roja 3 Tebaxa 2014, hovên DAIŞê êrişî devera Şingal ya Başûrê Kurdistanê kiribûn. Di encama wê êrişê de bi hezaran kurdên êzîdî hatibûn komkujkirin, bi hezaran keç û jinên êzîdî hatibûn revandin û bi deh hezaran jî koçber û derbider bibûn.

 

Kurdîstan Haberleri

HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?
DI TOREYA KURDÎ DE ŞAHÎYA BERANBERDANÊ
Qasim Erecî: Em û Koalîsyon gihîştin qonaxa pêwendiyên dualî
Enstîtuya Kurdî ya Amedê ji bo zarokan 20 pirtûkên nû çap kirin
Dr. Radwan Badînî: Dîrok tenê ji aliyekê de nayê nivîsandin…