Parlementer got ‘Ji Kurdistanê re azadî’ lê meclisê ceza dayê

.

 Parlementerê HDP ê yê bajarê Rihayê Nusrettin Maçin bi sedema di meclisa Tirkiyê de got; ‘Ji Kurdistanê re Azadî’, meclisa Tirkiyê cezayê ku 3 civîn neçe meclisê, dayê. Maçin di kombînên li ser budçeyê de weha axifî bû:

“ Em ê dahatûyê ava bikin. Di avakirina Tirkiyê ya nûh de em ê biratiya gelan û yekîtiya wan pêkbînin. Em ê bi şî’ara ‘ji bo Tirkiyê demokrasi û aştî, ji bo Kurdistanê Azadî’ bibin desthilatê Tirkiyê.”

Li ser axaftina Nusrettin Maçin wekîlê grûba AKP ê Mustafa Elitaş derket ser kursiyê meclisê û gotinên qalib yên hergavî got:

“Dibêje ji Kurdistanê re azadî. Dixwaze dewletê perçe bike, ji kerema xwe mudaxele bikin? Divê ji zeptên meclisê ev gotinên wî derên.”

Piştî ceza dan Maçin, wî dawet kirin da ji meclisê derê derve.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle