Parlemana Almanyayê terha piştevanîkirin ji xelkê serhilder ên Îranê pesend kir

.

Parlemana Almaniyayê terha dewleta Alman bo piştevanîkirin ji xwenîşanderên Îranê û givaşa zêdetir bo ser rejîma Îranê pesend kir.

Terha dewleta Almaniya ku çendîn mijarên cuda yên wek zêdetirkirina dorpêçan li ser Îranê û daxistina navenda Îslamî ya bajarê Hamborgê li xwe digre, ku ji aliyê parlemana wî welatî ve hate pesende kirin û Wezîra Derve ya Almaniyayê “Analîna Bêrbok”ê daye zanîn ku di hefitiya bê de dê dorpêçên nû li ser rejîma Îranê bêne cîbicîkirin.

Nûnerên Parlemana Almaniyayê “Nîlz Işmîd” û “Derya Turk” di vê derheqê de gotiye: “Nûnerên meclîsa Îranê jî divê bikevine nav lîstê dorpêçan”.

Herwisa nûnerê Parlemana Almaniyayê “Girîgor Gîzî” gotiye: “Nûnerên meclîsa rejîma Îranê daxwaza îdamkirina neraziyan kirine û eva di halekê de ye ku 14 hezar kes di xwenîşandanan de hatine girtin”.

“Rênata Alt” ku ew jî nûnera Parlemana Almaniyayê ye tevî îşare bi serkuta aştîxazaneya xelkê Îranê ji aliyê rejîmê û tekezî li ser sekinandina danûstandinên navkî digel rejîma Îranê got: “Jinên Îranê ji hikûmetê natirsin û em jî, ji Komara Îslamî ya Îranê natirsin û xwenîşander li Îranê wisa seh dikin ku em piştevaniya hewce ji wan nakin”.

Nûnerê din ê parlemana Almanê “Kawe Mensûrî”, jî gotiye: “Xelk, Îranek bê Komara Îslamî dixwazin”.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin