Parlamentoya YEyê biryarnameya banga rawestandina îdamên Îranê pejirand

.

 Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) biryarnameyek pejirand ku tê de banga rawestandina sepandin û bicihanîna sizayê îdamê li rêveberiya rejîma Îranê kir.

Parlamentoya Ewropayê biryarnameyek derxist ku tê de ragihand, rejîma Îranê bicihanîna zêde ya cezayê îdamê bi taybet li ser kêmîneyên Îranê û bêyî guhdana daxwazên navnetewî berdewam dike.

Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê bi pejirandina biryarnameyekê bang li Îranê kir ku cezayê îdamê rawestîne û diyar kir: “Ji dema hatina ser kar a Îbrahîm Reîsî wekî serkomar, hejmara îdam kirinan li Îranê gelekî ber bi zêdebûnê ve çûye.”

Herwiha hat gotin, di sala 2021ê de, herî kêm 15 jin li Îranê hatine bidarvekirin û berdewam cezayê îdamê bi ser zarokên jêr temenê 18 saliyê de tê cîbicîkirin.

Di biryarnameya Yekîtiya Ewropa de behsa wê yekê jî hatiye kirin ku herî zêde cezayê îdamê li ser komên kêmîneyên Olî û Netewî yên wekî Belûç, Kurd, Ereb û Behayî hatiye kirin ku ji ber sedema cudahiya bawerî û nêrînên wan têne îdam kirin.

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin