Parlamentoya Swîsreyê komkujiya Kurdên Êzidî bi fermî nas kir

.

Parlamentoya Swîsreyê komkujiya ku sala 2014an li Şingalê li Kurdên Êzidî hat kirin bi fermî nas kir.

Parlamentoya Swîsreyê bi dengdanekê komkujiya ku DAIŞê li Kurdên Êzidî kir bi fermî nas kir.

Endamên Parlamentoya Swîsreyê 105 deng erê û 61 deng jî na da komkujiya ku li Kurdên Êzidî hatiye kirin.

Her wiha 27 parlamenter jî beşdarî dengdanê nebûn.

Parlamentoya Swîsreyê komkujiya Kurdên Êzidî şermezar kir û ragihand:

“Êzidî bi awayekî sîstematîk hatine koçberkirin.

Destdirêjiya seksî li wan hat kirin û şûnwarên wan ên çandî hatin wêrankirin.”

Komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê Parlamentoya Swîsreyê ve wekî bersiveke sûcên DAIŞê yên 3ê Tebaxa 2014an hat dîtin.

Parlamentoyê bangî hikûmetê kir ku ji bo van sûcan û tezmînkirina mexdûran zextê li qada navneteweyî bike.

Parlamentoya Swîsreyê raporên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tîma Lekolînê ya ji bo Cezakirina Tawanbarên DAIŞê ya Îraqê (UNITAD) ku 10ê Gulana 2021ê hatibûn weşandin teqdîr kir.

Parlamentoya Swîsreyê her wiha koçberkirin, destdirêjî û kuştinên ku bi armanca komkujiya li Kurdên Êzidî hatine kirin bi tundî şermezar kir.

Ev biryar beriya niha ji aliyê Komîsyona Siyaseta Derve ve hatibû qebûlkirin.

Biryar piştî pêşniyara Komîsyona Siyaseta Derve ya Parlamentoya Swîsreyê ku 4 û 5ê Çiriya Paşîn bi 12 dengan li dijî 10 dengên na û dengekî bêalî hat qebûlkirin.

Komîsyona Siyaseta Derve ji Parlamentoya Swîsreyê xwest ku di rûniştinê de pêşnûmeya komkujiyê bikeve rojevê.

Di rûniştinê de li ser navê Komîsyonê endama Partiya Sosyal Demokrat Molîna Fabîan axivî û diyar kir ku komkujiya ku DAIŞê li Kurdên Êzidî kiriye ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye belgekirin û îsbatkirin.

Kurdistan Haberleri

Donald Trump li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê çi got?
Tehran di bin bombebaraneke dijwar de ye: 24 saetên herî dijwar ên dîroka Îranê
Rapor: Herêma Kurdistanê naxwaze bibe beşek ji şerê li dijî Îranê
Tirkiyeyê vekişîna hêzên xwe ya ji Serê Kaniyê û Girê Spî red kir
Ehmed Hilalî: Beriya cejnê hemû koçberên Efrînê dê vegerin malên xwe