Parlamentoya Sûriyê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

.

Parlamentoya Sûriyê di derbarê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û diyar kir: “Armanca operasyonê destwerdana "ne rewa" û vejandina "xeyalên" herêmeke ewle û guhertina demografiyê ye.”

Parlamentoya Sûriyê di civîna do de daxuyaniyek li ser operasyona Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê da û got: “Armanca li pişt vê dagirkeriyê zindîkirina xeyalên herêma ewle ye ji bo pêkanîna pêvajoyeke nû ya jicîhûwarkirin û derxistina bi darê zorê ya xelkê ji herêmê û pêkanîna guhertineke demografîk e ku gefê li aşitî û ewlehiya navneteweyî û herêmê dixwe.”

Herwiha Parlamentoya Sûriyê eşkere kir, Tirkiye ji bo bidestxistina armancên xwe biryarên Neteweyên Yekbûyî berovajî û binpê dike û rewşên însanî bi kar tîne.

Di berdewamiyê de Parlamentoya Sûriyê destnîşan kir, serweriya Sûriyê û mafê wê yê parastina ji operasyona “ne rewa” ya Tirkiyê heye û êrîşên ku bûne sedema “kuştina welatiyên bêguneh û wêrankirina mal û milkên wan” şermezar kir.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle