Parlamentoya Kurdistanê: Vîna gelê Kurdistanê bi kiryara terorîstî ya tirsonek naheje!

.

Parlamentoya Kurdistanê li ser êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê daxuyaniyek weşand û êrîş bi tundî şermezar ki.

Parlamentoya Kurdistanê ragihand, “Vîna gelê Kurdistanê ji bo pêşketin, pêkvejiyan û aramiya Herêma Kurdistanê gelekî ji wê bihêztir e ku bi vê kiryara terorîstî ya tirsonek biheje.”

Parlamentoya Kurdistanê da xuyakirin, ” Parlamentoya Kurdistanê gelekî bi tundî êrîşa moşekî ya tirsonek şermezar dike ku şeva borî bê ti bihaneyekê li ser Hewlêr a Paytexta Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Spas ji Xwedêyê mezin re ku ti ziyaneke canî jê derneketiye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Em di demekê de ku nîgeranî û hevsoziya xwe bo welatiyên xweşewîst ên bajarê Hewlêrê nîşan didin, di heman demê de daxwaz ji Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî dikin, karê cidî li ser vê destdirêjî û êrîşê bikin û hewlên xwe yên cidî bidin ji bo êdî rê neyê dayîn ku destdirîjî li ser serweriya welat û ewlehî û aramiya welatiyan bê kirin.”

Parlamentoya Kurdistanê da zanîn: “Vîna gelê Kurdistanê ji bo pêşketin, pêkvejiyan û aramiya Herêma Kurdistanê gelekî ji wê bihêztir e ku bi vê kiryara teroristî ya tirsonek biheje.”

Îro 13ê Adarê bi şev li demjimêr 01:00 12 moşek bi ser Hewlêrê de hatin avêtin ku li dorûbera Balyozxaneya Amerîka ya Hewlêrê û avahiya Kurdistan24ê ketin. Di encama êrîşê de ziyanên madî çêbûn.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên saziyên Herêma Kurdistanê, moşek ji derveyî xaka Iraq û Kurdistanê hatine avêtin û çavkaniyên Amerîkî jî diyar dikin ku ew moşek ji aliyê Îranê ve hatine avêtin.

Herwiha li ser hesabên medya civakî yên alîgirên Îranê û Supaya Pasdaran ew êrîş wekî tolhildana êrîşa Îsraîlê ya li Sûriyê ku du fermandarên îranî yên pilebilind hatibûn kuştin tê nîşandan.

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir