Parlamentoya Kurdistanê: di serjimêrîyê de tişta ku Iraq dixwaze nabe

.

Heta niha ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve 50 madeyên destûrê ku derbarê Herêma Kurdistanê de ne, nehatine cîbicîkirin. 

Heta niha ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve 50 madeyên destûrê ku derbarê Herêma Kurdistanê de ne, nehatine cîbicîkirin, lê belê aliyên siyasî yên Kurd, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), hewl didin balê bikşînin ser cîbicîkirina wan madeyan.

Kabîneyên Hikûmeta Iraqê hîn jî zêdetirî 50 madeyên destûrê ku pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê re heye, cîbicî nekirine, pisporekî destûrê balê dikşîne ser madeyên herî girîng û dibêje; divê di danûstandinan de cîbicîkirina wan madeyan bibe bingeha gotûbêjan.

Pisporê Destûrê Nasir Xefûr ji K24ê re diyar kir: “Heta niha tiştê ji bo me girîng e, madeya 140 e ku nehatiye cîbicîkirin, tevî wê yasaya petrol û gazê hatiye rawestandin, ti car di yasaya budceyê de para Herêma Kurdistanê weke xwe nayê cîbicîkirin.”

Ew madeyên destûrê, beşek ji wan, ji bo cîbicîkirinê dem jê re hatiye diyarkirin, weke madeya 140 ku diviyabû di sala 2007an de were cîbicîkirin, lê belê sala 2021ê bi dawî dibe û rewşa deverên Kurdistanî xirabtir bûye û niha hewla erebkirinê ji çend salên berê, zêdetir bûye.

Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Sebah Subhî ku di hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê de bi ser ket, ji K24ê re diyar dike: “Em di rewşa gotûbêj û danûstandinan de ne, divê bi awayekî dîplomatîk, li ser wan madeyên destûrê kar were kirin, da ku werin cîbicîkirin, tevî wan hinek yasaya hene ku divê werin sererastkirin û li gor rastiya niha, werin guncandin.”

Dibe ku cîbicîkirina hemû wan madeyan di demeke kêm de zehmet be, lê belê hewla aliyên siyasî, bi taybetî jî fraksiyona PDKê ew e ku vê carê bi awayekî bi bandor dakokî ki ser cîbicîkirina madeyên destûrê bikin.

K24

Kurdistan Haberleri

Hunergeha Welat klîpeke nû belav kir: Em Herin G
Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê