Parlamentoya Iraqê yasaya hilbijartinan pesend kir

.

Parlamentoya Iraqê îro danê sibê deng li ser yasaya hilbijartinên Encûmena Nûneran û encûmenên parêzgehan da. Cîgirê Serokê Parlamentoyê Şaxewan Ebdullah jî dibêje, astengiyên li pêşiya hilbijartinan li Kerkûkê hatine rakirin.

Parlamentoya Iraqê şeva borî civiya û ji ber alozî û nakokiyên di navbera fraksiyonan de heta îro danê sibê berdewam kir. Yasaya hilbijartina parlamentoyê û encûmenên parêzgehan bi piraniya dengan hat pesendkirin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah di daxuyaniyekê de got: Dengdana li ser yasaya hilbijartina parlamentoyê û encûmenên parêzgehan bi dawî hat, bi awayekî hemû astengiyên li pêşiya hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê hatin rakirin û ji sala 2003'an û vir ve ji bo cara yekem e serjimêriya sala 1957'an dê bibe bingeh ji bo destnîşankirina welatiyên bajêr. Her wiha nahiya Sargaranê jî ku piştî sala 1957’an bi Kerkûkê ve hate girêdan, dê dîsa bibe beşek ji xelkê bajêr û dê bibe xwedî mafê dengdanê.”

Her wiha got: “Hemû welatiyên ku bi armanca siyaseta erebkirinê hatine Kerkûkê, navên wan hatine jêbirin û mafê wan ê dengdanê nîne.”

Şaxewan Ebdullah got jî: "Ez spasiya hemû aliyên Kurd û ne Kurd dikim ku ji bo dengdana vê projeyasayê hevkar bûn.”

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’