Parlamentoya Fransayê ji bo nasîna jenosîdên li ser Kurdan diçe dengdanê

.

Hejmareke endamên Encûmena Nûneran a Fransayê projeyasayak bo jînosîd nasandina tawanên hikûmeta Baesê yên beramaberî gelê Kurdistanê amade kir û daxwaz dikin, ku hikûmeta welatê wan wek dostekî Kurd, itîrafê bi jenosîd, kîmyabaran, Enfal û raguhestina Kurdan bike.

“Fransa, dosta gelê Kurd, welatek ku divê ji hemû welatên zêdetir wateya jenosîdê bizane, bi çavekî mezintir tawaneke bi vî rengî ya li dijî mirovahiyê bibîne.” Ev hevok beşek e ji wê projeyasayê ye ku bo Parlamentoya Fransayê hatiye pêşkêşkirin bo ku “jenosîda Kurdan a li Iraqê” bê naskirin.

Biryar e îro, 26/11/2021, Parlamentoya Fransayê rûniştineke taybet saz bike û beşek jî ji bo dengdana li ser wê projeyasaya taybet bi gelê Kurd dibe û eger dengên endamên parlamentoyê bidest bixe, komkujî û êrişên li dijî Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê wek jenosîd tê naskirin.

Ew projeyasa ji aliyê 16 parlamenteran ve hatiye pêşkêşkirin ku Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat Jan Kristof Lagard yek ji wan e û ji aliyê wî ve hatiye amadekirin.

Di projesyasayê amaje bi raporta Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û rêkeftina Cinêv a taybet bi jenosîdê hatiye kirin û hatiye tekezkirin ku armanca rejîma Iraqê ya wê demê jinavbirin û jenosîda gelê Kurd bûye “niyaz û kiryar hev digirin, tawana jenosîdê bi temamî hatiye cîbicîkirin.”

Di projeyasayê de daxwaz ji hikûmeta Fransayê hatiye kirin ku vê jenosîdê nas bike û piştevaniya qerebûkirina ziyana qurbaniyan û malbatên wan bike.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin