Parlamenteriya Semra Guzel hat hilweşandin

.

 Parlamenteriya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel bi hinceta “Beşdarnebûna Parlamentoyê” hat hilweşandin.

Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê roja Pêncşemê 22ê Kanûna 2022an biryara xwe ya derbarê Parlamentera HDPê Semra Guzel de eşkere kir.

Li gor biryara Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê bi hinceta “Beşdarnebûna Parlamentoyê” parlamenteriya Semra Guzel hatiye hilweşandin.

Li Lijneya Giştî di dengdayînê de 371 deng hatine bikaranîn ku 330 ji wan dengên “Belê” û 42 jî dengên “Na” ne.  AKP, MHP, IYI Partî û CHP ji bo hilweşandina parlamenteriya Semra Guzel dengên "Belê" bikaranîne û hemû parlamenterên gruba HDPê jî dengên “Na” bikaranîne. Di dengdanê de Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar jî amade bûne.

Parlamenterên HDPê yên ku di dengdana li Parlamentoya Tirkiyê de amade bûn piştî hilweşandina parlamenteriya Semra Guzel biryar protesto kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle