Parlamenterên Avusturyayê kefaletê didin girtiyên Îranî

.

Hemû endamên Parlemantoya Avusturyayê kefalet dan 183 girtiyên xwepêşandanên vê dawiyê yên Îranê. Hin ji van girtiyan metirsiya bidarvekirinê li ser wan heye.

Ev pêngav roja Sêşemê 20ê Berfanbarê ji aliyê hemû endamên Parlemantoya Avusturyayê ve hat pesendkirin û gotin ku armanca wan ew e ku li ser asta navdewletî bale bikşînin ser rewşa girtiyên Îranî.

Serokê Firaksiyonên Parlamentoya Avusturyayê got: “Me di nameyekê de ku dê radestî balyozê Îranê li Avusturyayê û endamên Meclisa Şêwra îslamî ya Îranê bê kirin, serederîkirina bi girtiyên îranî şermezar kiriye.”

Endamê Fraksiyona Sosyal Demokrat a Nemsayê Harld Truch ji rojnamevanan re got: “Parlementoya Avusturyayê di rewşek baş de ye ku hikûmeta Îranê ji ber tepeserkirina xwepêşanderan şermezar bike.”

Serokê Fraksiyona Kesk Sigrid Maur got: “Hişyariya navneteweyî, ango piştgiriya ji girtiyan re, riya herî bi bandor e. Tundûtûjiya hikûmeta Îranê nayê qebûlkirin.”

Di heyama du hefteyên borî de, hejmarek ji parlamenterên Almanya, Fransa, Swêd, Avusturya û çend welatên din, kefaleta siyasî didin girtiyên Îranê, armanc jê ew e ku fişarê li ser Komara Îslamî ya Îranê bikin û kişandina bala navneteweyî li ser rewşa girtiyên Îranê ye.

Xwepêşandanên ku ji ber kuştina keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve, zêdeyî 3 mehan e berdewam in. Piraniya xwepêşandanan bi tundî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve tên tepeserkirin. Çalakvanên mafên mirovan jî dibêjin zêdetir ji 500 xwepêşander hatine kuştin, zêdetir ji 10 hezaran jî birîndar bûne û nêzîkî 18 hezar kes jî hatine girtin.

Nûçe: K24

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?